Nivîsgeha Bervedêrî Ya Koçberiyê Li Berlînê -Elmanya

Zanyariyên têkildariyê

 

Cih û Edrêsa Nivîsgeha me ev e:

Pannierstrasse 8, 12047 Berlin

 

Hûn dikarin li ser van numreyên telefonê yên li jêr rêzkirî li me bigerin:

Tel: 00493023919825

 

Yan jî bi rêya E-Mailê: kontakt (at) kraftundrapp.de

 

Em hêvîdar in ku hûn Edrêsa nivîsgehê ya li ser nexşeyê tomarkirî ye û dema vekirina dergehên wê li jêr bibînin.

 

Ji bo tkiliya we jî, em zor spas dibêjin.

Hin Zanyarî li ser nivîsgeha me

Julia Kraft û Simone Rapp, du bervedêrên navdar û naskirî ne ku xwendina xwe ya bilind a taybet di warê penaber û koçberiyê de bi dawî anîne û li nivîsgehê dixebitin. Cînişkerê (muwekîlê) me dikare zanyariyên fermî yên dawî ji nivîsgehê bi destxîne. Hêjayî gotinê ye ku têkiliya me bi we re  dostane ye û kirya me jî ne buha ye. Herweha em dixwazin bêjin ku têkiliyên me bi tu girûp û aliyên rêzanî û oldar re tune ye. Lê, ji bilî kar û xebata me di warê bervedêriyê di nivîsgehê de û bi armanca belavkirina zanistiya giştî li ser pirsên penaberan, car caran em simînar û korsên rahênanê li dar dixin.

Bergehên yasayî yên ku bi taybetî em tê de dixebitin

Nivîsgeha me, hemû alîkarî û xizmetguzariyên bi koçberî û zagonên wergirtina nasnameyê ve girêdayî, pêşkêş dike. Û di warê yasayên girêdayî bidestxistina VÎZA, Rûniştina Herdemî, Koçberiya ji bo bidestxistina kar û xebata bazirganiyê jî dixebite û zanyariyên xwe pêşkêş dike.

Je kerema xwera, je xwera bikin xem u hişyarîn meyen ji bo Pêwendî û Daneyên hilgirtî bibin.